Cî Dî Wens, Cihgirê Serkomarê Amerîka roja Çarşemî 11ê Şibatê, berî derketin ji Komara Azerbaycanê, li derheq guherîna rêjîma Îranê got: “Hekî xelkê Îranê bixwaze rêjîmê biguherîne, girêdayî bi xwesta wan bi xwe ye, tekeziya niha ya Amerîkayê bi ser rêgirî ji destpêregihîştina rêjîma Îranê bi çeka navkî ye, li gera yekem a serkomariya Donald Trump de jî siyaseta vî, ev bû”.
Herwisa navbirî li dererheq cihgirbûna berfireh û bê mînak a hêza serbazî a Amerîka li Rojhilata Navên de jî ragihand ku Amerîkayê, bihêztirîn artêşa cîhanê heye û bijardeyên cur bi cur li ber dest hene û Donald Trump jî gelek bijarde li ber dest hene, lê di rewşa niha de tekeziya Amerîka li ser danûstandin bo rêgirîkirin ji destpêregihîştina rêjîma Îranê bi çeka navkî ye.
Mercên Amerîka bo gihîştin bi vê encamê, nehiştina bernameya navkî, nemana meyandina Uraniyom, dawîhatin bi piştevanîkirina rêjîmê li girûpên terorîstî yên girêdayî bi rêjîmê, û herwisa encamdana cinayet dijî mirovahiya rêjîmê li tepeserkirina bi xweîn a xelkê Îranê ji aliyê rêjîmê, li xwe digre.
Lewra guherîna rêjîmê jî bi xwest û xebata xudî xelkê Îranê tê kirin, û girêdayî bi wan xwe ye.