Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Îranşehrê de karwaneke hêzên tepeserker hate teqandin

11:13 - 12 Şibat 2026

Pêka dawî raporên belavbûyî li Belûçistanê, karwaneke hêzên tepeserker ên li jêr navê yekeya tekawerî ya naskirî bi Mirsad ku li tepesekirin û kuştina xelkê xwenîşander ê Belûçistanê de roleke bingehîn hebûye, li devera Mihemedabad a bajarê Îranêşehrê de hatiye teqandin lê heta belavbûna vê nûçeyê ti rapoerk li derheq kuştî û birîndaran û herwisa xisarn malî belav nebûye.

Ev êrîşa li roja 11ê Şibatê beranber bi 22ê Rêbendanê de hatiye kirin û pêka rapora kanala têlêgramiya “Raportêrên Belûç”, Eniya şoreşvanên xelkê Belûçistanê” ev êrîşa li stuiyê xwe girtiye.

Yekeya hov û dijemirovahiya “Mirsad” a rêjîmê, li Belûçistanê de hovanetirîn kiryar hene û kevtiye ber kerb û tolhildana xelkê Belûçistan.