Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kempeyna “Zimanê min, nasnameya min e”

11:22 - 12 Şibat 2026

 

Bangewaz

 

Em roja 21ê sibatê ku wek roja cîhanî ya zimanê dayikê hatiye binavkirin, dikin derfetek ji bo berevanîkirin ji zimanê xwe yê neteweyî (zimanê kurdî) û bi organîzekirina kempeynekê hewla parastin û vegeşandina vî zimanî didin.

Herçend li jêr siya zêdetir ji sedsalekê xebat û tekoşîna neteweya Kurd di beşek ji nîştimana Kurdistanê (Herêma Başûrê Kurdistanê) de, eva çend dehikek e ku xwendin û nivîsîna zimanê kurdî wekî yek ji zimanên fermî yên dewleta federal a Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê azad e, û bi dehan navendên akademî li piştê ne, lê mixabin di beşên din ên Kurdistanê û yek ji wan Rojhilatê Kurdistanê de, zimanê me heya niha jî her qedexe ye.

Serbarê astengiyên li ser rêya xwendin û nivîsîna bi zimanê kurdî û fermînenasîna vî zimanî li Rojhilatê Kurdistanê, û berdewamiya siyaseta serkut û înkarê di herdu rejîmên Pehlewî û Komara Îslamî de, lê dîsan jî bi hewl û tekoşîn û fîdakariya nivîskar û helbestvan û wêjevan û navendên fêrkariyê yên zimanê kurdî û navendên din ên çandî li Kurdistanê, zimanê kurdî li Rojhilatê Kurdistanê ne tenê metirsiya tunebûn û lawazbûnê li ser wê vereviyaye, belku rêya vegeşînê jî girtiye pêşiya xwe.

Lewra wekî Navenda Rêkxirawên Medenî yên Rojhilatê Kurdistanê, bi hemşêviriya digel komek ji kesayetî û rêkxistinên taybet bi vî warî li navxwe û li derveyî welêt, me îsal bi armanca hewldaneke zêdetir ji bo parastina zimanê kurdî, û herwiha rêzgirtin ji hewl û tekoşîna dehan salî ya parêzerên zimanê kurdî li bereberê roja cîhanî ya zimanê dayikê, kempeynek bi diruşma “Zimanê min, nasnameya min e” dest pê kiriye.

Di vê derheqê de em rû li civaka çandî û kulturî ya Kurdistanê, çalakên medenî û rêkxistinên civaka medenî, partî û rêkxistinên siyasî yên Kurdistanê, mamostayên welatparêz yên olî û xwendingehan, xwendekaran û dersxwanan, ciwanan û dayikan û hemû komên xelkê Kurdistanê، em daxwaz dikin ku bi hemû hêz û shiyana xwe piştevanê vê kempeynê bin û tê de beşdar bin.

Her di vê derheqê de em daxwazê li hemû takên civaka Kurdistanê dikin، ku di van çend rojan de -heya roja 2ê reşeme- bi xwendin û nivîsîna helbestan an jî her deqeke ciwan a kurdî û belavkirina wê di torên civakî de، û herwiha bi birêvebirina kom û civînên curbicur û afirandinan، di vê kempeynê de beşdar bin.

Hûn bi beşdariya xwe di kempeyna “Zimanê min, nasnameya min e” de، erkeke neteweyî ji bo parastina nasnameya me ya kurdî bi rê ve dibin، û bi afirandinên ciwan û pir wate yên xwe، hûn kempeynê dixemilînin û peyameke têr û tejî digihînin guhê neyarên ziman û nasnameya me ya neteweyî.

Pîroz be roja zimanê dayikê

Vegeşe zimanê şirîn ê kurdî

 

Navenda Rêkxirawên Medenî yên Rojhilatê Kurdistanê

 23-11-1404

12-02-2026