Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîmê cehd kir bi rêya gefxwarinê xelkê neçar bi beşdarî li rêpîvana 22yê Rêbendanê bike

11:58 - 12 Şibat 2026

pêka raporên belavbûyî, rêjîma Îranê ku bi sedema hovitî û cinayetên xwe bi taybet komkujiya dehan hezar kesî li Îranê, ti pêgeh û rewatiyek li nava xelkê de nîne, hewl daye bi gefxwarin, tirsandin, dana soz û çendîn rêkarên din xelkê bo beşdarî li rêpîvana 22yê Rêbendanê, rabikêşe.

Li çendîn cihan de li xwendingehan de bi taybet li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û herwisa Sîstan û Belûçistanê de gef li zarok û malbatên wan kiribû ku hekî li vê rêpîşanê beşdar nebin, dê nimreyên wan kêm bikin an ji xwendingehan derxin.

Herwisa ji aliyê din ve bi taybet li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de gef li malbatên girtiyan kirine ku hekî beşdariyê li rêpîvana 22ê Rêbendanê de nekin, dê zarokên wan bi hertimî li girtîgehan de rabigirin an sizayê bidarvekirinê bi ser wan de bisepînin û bo xapandina wan, soz dane ku li egera beşdariya wan, zarokên wan dê zûtir bêne azadkirin.

Herwisa rêjîmê bo perdepoşkirina beşdarînekirina xelkê Îranê li vê rêpîvanê de, girtevîdyoyên bajarekê bo çendîn bajarên din belav kiriye û girtevîdyoyên salên pêştir li jêr navê girtevîdyoyên nû belav kirine, û heta girtevîdyoyeke pasdarê terorîst Emîrelî Hacîzade fermandeyê berê yê hewafeza ya spaha pasdaran ku li Êrîşa 12 roje a Îsraîl de hatibû kuştinê, wek girtevîdyoyên nû belav kirine.