Bi armanca bîranîn û bilind nirxandina 101 emîn salvegera tevgera rizgarîxwazî û neteweyî a Kurd bi rêberî a Şêx Seîd, çendîn part û aliyên siyasî û rêkxistin û saziyên sivîl li Bakûrê Kurdistanê, banghêjiyekî hevpar jiboy lidarxistina daxûyaniyekî çeapemeniyê, belav kirin, ku deqa vê baghêjî ku bo raya giştî hatiye weşandin wiha ye:
Bo raya giştî
Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS), Partîya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), PÊLKURD, Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PSK) û kesayetên serbixwe, bi minasebeta 101emîn salvegera Tevgera Milî ya 1925ê ya ku bi rêbertîya Şêx Seîd pêk hatibû de, roja înîyê, 13.02.2026ê, di saet 11.30ê de, dê li Amedê, li Qada Şêx Seîd daxuyanîyeke çapemenîyê bidin.
Em hemû gelê vedixwînin vê çalakîyê.