Gabriyel Attal, Serokwezîrê berê yê Firansê, ku ji nû de dixwaze xwe bo berbijêriya li hilbijartina serkomariya Firansê amade bike, roja Çarşemî 11ê Şibatê li hevpeyvîn digel Radiyo Firans Înterê de daxwaz kir ku Firanse rêberatiya çêkirina hevpeymaniyek ji welatên sozdar bo sernixûniya rêjîma Îranê û azadkirina xelkê Îranê li bigre stuyê xwe.
Herwisa navbirî daxwaza dariştina lîsteyek hûr ji nasnameya berpirsên rêjîmê kiriye ku rol li kuştin û bidarvekirina xelkê Îranê de hebûne, ku li paşerojê de derfeta dadgehîkirina wan bê dabînkirin.
Navbirî ragihandiye ku bo qonaxa piştî guherîna rêjîma Îranê, beranmeyek bê dariştin da ku ji qewimîna şerê navxweyî û egera çêbûna qeyranan, rêgirî bê kirin.