Pêka raporên belavbûyî û gotina xelkê deverê, beşek ji binçavkiriyên ji aliyê hêzên îtilaat a spaha pasdaran a terorîst ve hatine girtin û nasnameyên wan li sîstema fermî ya dadgehên rêjêmê li parêzgeha Luristanê de nehatine tomarkirin, li ordûgaha xwendevan a bi navê ordûgaha “Kemalwend” a bajarê Xuremabadê ku li 5 kîlomertiya rêya Xuremabad-Burûcêrd de ye hatine ragirtin.
Pêka wan raporan, binçavkirî li sûleyên werzîşî yên vê ordûgahê li tenîşta zanîngeha azad de hatine ragirtin û li jêr îşkence û givaşan de ne.
Pêka wan raporan, xelkê deverê dane zanîn ku hatinûçûneke zêde ya hêzên spaha pasdaran a terorîst li vê ordûgahê de heye û beşek ji wan hêzan li derdora cihê razan a vê ordûgahê de cihgîr bûne.
Egera hebûna girtîgehên nihênê bi rêjeyeke nexuya ji binçavkiriyên tomarnekirî li cihên din de jî heye û rêjîmê hejmareke zêde ji serhildêran bêserûşûn kirine û qedera wan nerohn e