Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê zêdetir ji 13 girtiyên din jî bidar vekirin

17:05 - 12 Şibat 2026

Pêka rapora “HRANA”yê, sibêdeha roja Pêncşemî 12ê Şinatê, rêjîma Îranê zêdetir ji 13 girtî li girtîgehên xwe li seranserî Îranê de bidar vekirine ku navê 13 kes ji wan hatine tomar kirin ku bi vî awayî ne:

“Areş Dawerî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bûşêhrê, Seîd Adîne li girtîgeha rêjîmê li bajarê Şehrê Kurd, Kêyhan Rozî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Îsferayinê, Kiyraş Leşkerî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bokanê, Emîrhusên Qedemî li girtîgeha rêjîmê li bajarêBêhbehanê, Axpûr ku navê vê nehatiye zanîn li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bucnûrdê, Pencelî Îbrahîmî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Mahşehrê, Pêyman Xanî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Firdosê, Riza Beyatî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kaşmerê, Hesen Komrêyî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Gunabadê, Kerîn Gerayî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Taybadê û Mihemedriza Ebdullahî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Sariyê” hatine bidarvekirin.