Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binpêkirina mafên mirovî li Îranê neku nesekiniye belku hêj berfirehtir bûye

10:58 - 14 Şibat 2026

May Sato, Raportêra Taybet a Saziya Netewên Yekgirtî li Karûbarûn Mafên Mirovî bo çavedêrî li Îranê, bi belavkirina peyamekê ragihand: “Min digel berpirsên rêjîma Îranê li derheq 3 haletên micid ên binpêkirina mafên mirovî li nerizayetiyên heyva Befranbarê de axiviye”.

Navbirî li vê peyama xwe de tevî îşarekirin bi rewşa karesta a girtîgehên “Qerçek, Qizilhisar, Şîban û Lakan”ê ragihand ku binpêkirina mafên mirovî ji aliyê rêjîma Îranê ve neku nesekiniye, belku li asteke gelek berfirehtir de berdewam e.

Tepeserkirina bi xwîn û encamdana cinayet li dijî mirovahî yên li 18 û 19ê Befranbarê ji aliyê rêjêma dije mirove Îranê ve dehan hezar kuştî li pey xwe anîne ku amara serast a wan şehîdan hêj bi serastî nehatiye zanîn û Parlemana Ewropayê ev rêje zêdetir ji 35 hezar kes û belavoka “Time”, zêdetir ji 30 hezar kes ragihandiye.