Roja 23ê Rêbendanê, 21emîn salvgera avakirin a Yekîtiya Xwendekarên Dêmokrat bû ku li sala 1383 a Rojî de hatibû avakirin, bi vê hilkeftê Yekîtiya Xwendekarên Dêmokrat rûresmeke taybet lidar xist.
Ev rêkxirava, taybet bi xwendekar û xwendevanên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ye. Ev rêkxirava hewlê dide xwendekarên Kurd li dora beranmeyeke netewî û serwerîxwazane kom bike.
Ev rêkxirava tevî tekezîkirin bi ser giringiya daxwaziyên pîşeyî, civakî û siyasiyên xwendikaran, tekezî li ser vê yekê dike ku xwendekarên Kurd hewce ye li pêxema dabînkirina mafên netewî de xebat û tekoşîna zêdetir bikin.
Pîroz be yada avakirina Yekîtiya Xwendekarên Dêmokrat a Kurdistanê.