Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Guherîna rêjîma Îranê baştirîn bûyer e ku dikare biqewime

11:05 - 14 Şibat 2026

Donald Trump, Serkomarê Amerîka piştî serdana xwe li binkeya serbaziya “Fort Brag” li îyaleta “Karolayna bakûrî” û hevdîtin digel kadrên vê binkeyê ragihand: “Guherîna rêjîma Îranê baştirîn bûyer e ku dikare biqewime”.

Pêka rapora “Associated Press”, Serkomarê Amerîka li derheq guherîna rêjîma Îranê ev yeka jî gotiye ku “47 sal e ku ev rêjîma her bi berdewamî diaxive, diaxive û her diaxive. Me gelek can ji dest dane, lewma dibe em çavrê bin ka dê çi biqewime”.

Donald Trump berê jî gotibû ku bijardeya bingehîn a wî ev e ku rêjîma Îranê bernameya xwe ya navkî zêdetir ji berê kêm bike, lê li roja Înê ragihand ku ev bi tenê yek ji daxwaziyên Amerîka ji rêjîma Îranê ye.