Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Senator “Lindsey Graham” li derheq mana rêjîma Îranê huşdariyek tund da

11:25 - 14 Şibat 2026

“Lindsey Graham”, Senatorê payebilnd ê Komarîxwazên Amerêka li Konferansa Monixê de bi tekezî ragiahnd ku hekî rêjîma Îranê bimîne, dê karesat biqewime û hekî Donald Trump, sozên xwe bi cih neyîne û derfeta manê bide rêjîma Îranê, karesat dê biqewime.

Herwisa navbirî ragihand: “manan rêjîma Îran bi vê wateyê ye ku mirov nikare bi Amerîkayê piştrast be, bi vê wateyê ye ku cihana Rojava bi tenê çewtekariyan dike, take karek ku dike bi tenê axivîn e û dema ku hewce be ti karekî nake”.

Axaftinên wî senatorê payebilind li halekê de ye ku mezintirîn hêza Amerîka li dîroka Rojhilata Navîn de li vê deverê de cihgîr bûye û hêza vê dê hêj zêdetir bibe û anîna hinde hêza serbazî pêka gotina şirovekaran bi armanca gefxwarinê nîne, belkû bo encamdana karê serbazî ye.