Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mezintirîn gemiya balafirhilgir rû bi Rojhilta Navîn bi rê ketiye

11:27 - 14 Şibat 2026

Gemiya pêşkeftî ya balafirhilgira “USS Gerald R. Ford” a Amerîkayê ku mezintirîn gemiya balafirhilgir a navkî ya cîhanê ye ku zêdetir ji 90 balafirên curbicur û helîkopter li ser hene, rû bi Rojhilata Navîn ve bi rê kevtiye û pêka raporan heta heftiyekê dê bigije Rojhilata Navîn.

Ev gemiya pêşkeftî digel çendîn gemiyên din ên şerker dê tevlî hêzên Amerîka yên li jêr fernamdehiya CENTCOMê bibin.

Donald Trump li vê derheqê de gotiye ku hekî ti lihevkirinek digel rêjîma Îranê neyê kirin, dê paşhatên gelek xirab bo rêjîma Îranê hebin û me dê hewcehî bi vê gemiyê hebe.

Hatina vê gemiyê bo Rojhilata navîn li halekê de ye ku çileya hezaran kesên ku ji aliyê rêjîma dije mirove Îranê hatine kuştin li Îranê de dest pê dike ku vê yekê jî givaşeke gelek zêde bo ser rêjîma Îranê heye.