Parlemana Ewropayê li roja Pêncşemî 12ê Şibatê, biryarnameyek bi 524 dengên “Erê”, 3 dengên “NE” û 41 dengên “Bêalî” li derheq tepeserkirina sîstematîk, reftarên nemirovane û binçavkirinên xoserane ji aliyê rêjîmê, tevî şermezarkirinê, erê kir.
Li vê biryarnameyê de Parlemana Ewropayê, kiryarên rêjîmê bi dijî xwenîşanderên civaka medenî, neraziyan, kêmîneyan û jinan şeremzar dike û daxwaza azadkirina lezgîn a jinên binçavkirî dike.
Nûnerên Parlemana Ewropayê hejamra qurbaniyên vê serhildanê li derdora 35 hezar kesî ragihandin û huşdarî dan ku pêka belgeyên berdest, rêjîma Îranê li halê encamdana cinayet bi dijî mirovahiyê ye.
Wan nûneran, daxwaza pêregihîştina Saziya Netewên Yekgirtî bi wan cinayetên qewimî û komkirina belge û şahidan bo lipeyketina yasayî kir, û daxwaz ji rêjîma Îranê kirine ku girtin û azardana pizîşkan bisekinîne.
Parlemana Ewropayê bi erêkirina vê biryarnameyê, dixwaze berpaniya dorpêçên armancdar li dijî rêjîmê berfirehtir bike û rêkarek bo piştevanîkirin li malbatên binçavkiriyan û rêgirêkirin ji rêjîmê li bikaranîna siyaseyta bi barimtegirtin peyda bike.