Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tepeserkariyên rêjîmê heta bo nav xwendingehan jî berfireh bûye

11:37 - 14 Şibat 2026

Şêwreya Hevahengî ya Sendîkayên Mamostayên Îranê bi belavkirina raporekê, pêka raporên piştrastkirî ji aliyê mamostayan, xwendevan û malbatên wan, îşare bi tepeserkirina bêdeng li çendîn parêzgehan li Îranê de kirine.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku berfirehiya wan tepeserkirinan ji heyva Befranbarê ve bi awayekî metirsîdar heta nav û waneyên xwendevanan li xwendingehan de jî belav bûye.

Pêka vê raporê kesên nepispor û projeya lêkolînkirin li hizrên xwendevanan li seranserê Îranê de bi awayekî sîstematîn belav bûye û xwendingeh bûne cihê navendên ewlehî û kesên derveyî kadrên hînkariyê li jêr navên wek “besîc, kesên olî û kesên bi kinc medenî” bi pîlanên ku pêştir hatine dariştin, hatine nav xwendingehan.

Li vê raporê de îşare bi lêpirsînên lipey hev, pirsyarên bi gefxwarinan û sepandina rewşa çavdêriya berdewam hatiye kirin.

Bilî vê raporê, çendîn raporên din jî li derheq binçavkirina xwendevanan belav bûne ku amaje bi sepandina rewşa ewle û tirsandina xwendevanan dikin.

Heta niha bi tenê navê zêdetir ji 240 xwendevanî hatine tomarkirin ku ji aliyê rêjîmê ve hatine kuştin.