Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn navendên din ên rêjîmê bûne armanc

10:28 - 1 Adar 2026

Pêka dawî raporan, Wezareta îtilaat, wezareta berevanî, ofisa fermandehî, saziya wîzeya navkî ya rêjîmê, navenda navkiya Parçîn, beyta rehberî, bînaya dezgeha dad a rêjîmê û herwisa navendên serbazî enbarên cebilxane û mûşekên rêjîmê li parêzgeh û bajarên “Têhran, Luristan, Elborz, Tewrêz, Qum, Çabihar, Kirmaşan, Eredbêl, Xuremabad, Urmiye, Îsfehan, Mêhrabad û Bender Ebas”ê kevtine ber êrîşa mûşekên balistîkî.

Pêka raporan beyta Xamineyî bi tevavî ji nav çûye, Elî Xamineyî û çendîn berpirsên payebilind ên serbazî bi bi malê ve teqandine, navenda îtilaat a spaha pasdaran li bajarê Lamerd, karxaneya Spaha pasdaran li Iştihardê, padigana spaha pasdarn li bajarê Sinê, anbara mûşekiya rêjîmê li rojavayê Têhranê û padigana rêjîmê li bajarê qiraxaviyê Guatrê ku 10an kuştî û birîndar jî hebûne, bûne armanca mûşekan.