Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşên berfireh û tundên Amerîka û Îsraîl bi ser rêjîmê li Rojhilatê Kurdistanê berdewam in

12:26 - 15 Adar 2026

Êrîşên berdewam ên Amerîka û Îsraîl bo ser jêrxanên rêjîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê de derbên giran bi rêjîmê xistine û pêka dawî raporan, meydana neftiya Kirmaşanê bûye armanca çendîn mûşekan û teqînên gelek mezin li vê deverê de qewimîne.

Li devera mûşekbarankirî de çendîn navendên ewlehî û serbazî yên rêjîmê wek binkeya spaha nebî ekrem, bînaya deng û rengê rêjîmê li Kirmaşanê, sitada xeberî û girtîgeha îtilaata a rêjîmê li vê deverê de ne û herwisa li taxa Hafiziye ya Kirmaşanê de jî teqîn qewimnîne ku hêj zanyariyên zêdetir belav nebûne.

Herwisa li Êrîşa esmanî bo se binkeya spaha pasdaran a terorîst li bajarê Awdananê ku bi tenê kumên wan terorîstan hov bi cih mane.