Hevdem digel şer û aloziyên deverê, navendên ewlwhî ên rejîma Îranê bi mebesta tepeseriya zêdetir a xelkê, dehan welatî li bajarên cuda ên Kurdistan û Îranê bi tohmeta Hevkarî digel Îsraîlê girtine.
Dadstanê navenda parêzgeha Urmiyê ragehand, ku hêzên ser bi spaha pasdaran di wê parêzgehê de, 20 kes bi tohmeta peywendî digel Îsraîlê girtine.
Hêzên serkutker ên rejîma Îranê ew kesane bi bê hebûna ti belgeyek yasayî û bi tohmeta şandina zanyarî hember navendên serbazî û ewlehî bo Îsraîlê girtine.
Di heman de mê de li girî raporta Hêrana yê, aliyê kêm 25 kes li Tehranê û 8 kes li Hemedanê ji aliyê navendên ewlehî ve hatine girtin.
Li parêzgeha Hormozganê de jî, 2 welatî bi heman tohmetê hatine girtin.
Rejîma Îranê li dema alozî û şer de, bi tohmetên nerohin wek sîxur yan hevkarî digel dujmin, bi mebesta tirsandin û serkuta zêdetir, pêlek li girtin ên berfirehe welatiyan li Kurdistan û Îranê dest pê dike.