Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Tump bo dabînkirina ewlehiya geviya Homozê daxwaza şandina gemiyên şer kir

14:19 - 15 Adar 2026

Donald Trump, Sermokarê Amerîkayê ragihand ku bi her şêwazekê be dê geviya Hormoz vekirî û ewleh bike û tekez kir em dê li demek nêz de geviya hormozê ewleh û vekin.

Herwisa Donald Trump daxwaz ji welatên wek “Birîtaniya, Firanse, Japon, Koreya Başûr û Çîn”ê kir ku bo dabînbkirina ewlehiya vê gevriya hestiyar, gemiyên xwe yên şer bo deverê bişînin. Donald Trump ragihand ku armanca wî rawestan li hember gefên rêjîma Îranê bi ser rêya hatinûçûna navnetewî ya gemiyan e.

Herwisa Donald Trump bi tekezî gotiye ku hekî hewce bike bo parastina geviya Hormoz, dê operasiyonên serbazî jî bi rê ve bibe û Amerîkayê %100 a şiyana serbaziya rêjîma Îranê ji nav biriye lê her rêjîma Îranê hêj derfeta bikaranîna mînên jêr av û mûşekên kurtmewda heye.