Viladmîr Zêlênskî, serokomarê Okraynê ragehand ku Rûsye dironên Şahid ku bi xwe berhem tine, dide rejîma Îranê ku bi dijî hêzên Amerîka û Îsraîlê bikar bîne.
Zêlêniskî bi kanala CNN ragehand ku rejîma Îranê bo êrîşkirina ser binke û pêgehên Amerîka li deverê, mifah li dironên Şahîd ên çêkiriyê Rûsiyê wergirtiye.
Berpirsên Okraynê ragehandine ku li payîza 2022 ve heya niha hezaran firokên wî cureyî ji aliyê hêzên Rûsiyê ve bi dijî wî welatî hatine bikar anîn.
Di niha de Rûsiye dironên taybet bi xwe berhem tîne ku hinek welatên din ên deverê li hewla bikaranîna vê teknolojyê de ne.