Serê sibeha îro Yekşemî 24ê Reşemê, hêzên esmanî ên Amerîka û Îsraîlê li êrîşên hevbeşe berfireh de binke û cihên sitratejîk li Tehranê û çendîn bajarên din de bûna amanc û dengê teqînên bihêz hatine bihîstin ku li hinek cihan de bûye sedema hejandina bînayan û şikana şûşeyan.
Zêdetirîn raport li deverên başûr, başûrê Rojava û naverasta Tehranê ji wan, Şehir rêyî, Nazîabad, Mûnîrye, Merzdaran û Narmek bûne.
Hevdem raportên êrîş li bajarên, Sine,Îsfehan,Kîş,Ferdîsa kerec, Weramîn, Lamerdî fars, Dêzful, Xumeyîn, Tewrêz û Devera 4a deryayî ya Naybend hatiye belavkirin û li hinek deveran de jî berq qût bûye.
Di hember wan êrîşan de, rejîma Îranê êrîşa mûşek û dironî kiriye ser Îsraîl, Erebistan, Kuweyt, Îmarat û Qeterê û Herêma Kurdistanê ku zirarek madî û birîndarî lê keftiye.
Ev pêla nû ye êrîşan di demekê de ye ku aloziyên di navera Îran û hevpeymaniya Amerîka-Îsraîlê giheştiye asta bilind û bilî binkeyên nizamî, jêrxanên abûrî ji xwe girtiye