Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê êrîşên bo ser xelkê medenî yên deverê dêxe stuyê Amerîka û Îsraîl

17:15 - 15 Adar 2026

Wezîrê derve yê rêjîma Îranê Ebas Îraqçî bi awayekî bêşermane, hemû cinayetkariyên xwe yên li kuştin, birîndarkirin û derbe lêdana bi xelkê medenî yên welatên deverê, dêxe stuyê Amerîka û Îsraîl û îdia dike ku bi tenê hêzên Amerîka û Îsraîlê dike armanc.

Ev yeka li halekê de ye ku li encama êrîşên rêjîmê bo ser xelkê medenî sedan kesên medenî hatine kuştin an birêndarkirin û derbên giran ên malî bi xelkê medenî kevtiye.

Ebas Îraqçî bê hebûna ti belgeyekê bi çewtekarî îdia dike ku ji Reisûlxeyme û devereke nêzî Dobeyê, mûşekên cura “HIMARS” bo ser girava Xark hatine avêtin.

Li vê derheqê de Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê ragihand ku li êrîşên esmanî de bo ser girava Xark, armancên serbaziyên rêjîmê bi tevavî hatine teqandin.