Roja Şemî, 23ê Reşemê li bajarê Laheya welatê Holendê, komîteya karê hevbeş a Kurdistanî, kombûneke girîng bi mebesta nîqaşa rewşa rojhelatê Kurdistanê û pêşhatên Îranê li darxistin.
Kombûn bi sirûda netewî ya Ey reqîb bo rêzgirtin li rihê şehîan dest pêkir û nûnerê hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û hevpeymaniya hêzên siyasî ên Kurdistanê û nûnerên partiyên her çar perçeyên Kurdistanê beşdar bûn.
Azad Mihemedyanî wek nûnerê hizba Demokrat tekezî kire ser girîngiya hevpeymaniya hêzên rojhelatê Kurdistanê û ev derfetên ku bo xebatê hatine pêş, herwisa behs li derencamên şerê Îran digel Amerîka û Îsraîlê û pêgeha Kurd li pêşeroja siyasî a deverê kir.
Nûnerên aliyên siyasî piştevaniya xwe li rojhelatê Kurdistanê kirin û amadehiya xwe bo her cure hevkariyekê dane xûya.
Di hember de hizba Demokrat tevî sipasiya vê helwêsta netewî, daxwaz kir ku rêz li serbixweyî ya biryarên siyasî ên rojhelatê Kurdistanê bê girtin û li rûyê mediya yî ve bê piştevanî kirin.
Ev kombûn çar demjimêran dom kir, bi tekezî kirine ser yekîtî û hevkariya di navbera aliyên beşdar dawî pê hat.
Ji bilî hizbên endam di hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê’ ji her çwar perçên Kurdistan part û aliyên siyasî di vê kombûnê de beşdar bûn.