Artêşa Îsraîlê ragehand bi derbasbûna du heftiyan bi ser destpêkirina operasyonên “Nerrey Şêran” beşeke sereke li sîstema berevaniya esmanî a rejîma Îranê bûne armanca êrîşan û ji nav çûne.
Di daxûyaniyekî de artêşa Îsraîlê ragehandiye ku nêzî %80 a pêkhateyên dijefirîn a Îranê, ji wan sîstema berevaniya esmanî, mûşekên zewî bo esman, radar û alavên peywendîdar dinav van operasyonane de hatine jinav birin.
Herwisa artêşa Îsraîlê ragehand, di van êrîşan de pitir ji 700 sîstemên mûşekî, nêzî %70 sekoyên hildana mûşekên balîstîkî li Îranê de hatine jinav birin û pitir ji 250 diron jî bûne armanca êrîşan.
Di dirêjeya daxûyaniyê de hatiye ku artêşa Îsraîlê hêşta hizaran amancên din li Îranê li ber dest de hene û hemû rojekê amancên nû bo êrîşkirinê dest nîşan dike.
Hêza esmaniya Îsraîlê jî ragehand tenê li 24 demjimêrên derbas bûyî de, 200 amanc li rojhelatê Kurdistanê û naverasta Îranê de kiriye armanca êrîşên esmanî.