Hejmarek li welatiyên di nav bajar û gundên cudaye Rojhilatê Kurdistanê ragihandine, ku hêzên çekdar û ewlehiye rêjîmê, bi taybet sipaha pasdaran a terorîst li navendên werzişî, qutabxane, Îdare û li mizgeftan de cîhgir bûne.
Welatî dibêjin tevî nerizatiya xelkê, hêzên rêjîmê heya niha li wan cih û deveran de û li cihên akincîbûna xelkê mane û li hinek gundan de xelik digel hêzên spaha pasdaran rastî pevçonê hatine û hêzên rejîmê neçar kirine ku mizgeft û cihên giştî çol bikin
Li çendîn haletan de, hêzên sipaha pasdarn piştî cîhgirbûn li cihên giştî, daxwaz li xelkê nêzîk li malan kirne ku malên xwe çol bikin.
Bi berçavgirtina bombebarankirina hinek li wan cihên hêzên çekdar ên rêjîmê ji aliyê firokeyên şerker yên Amerîka û Îsraîlê ve, ev pêngavane canê xelkê medenî xistiye mestirsiyê.