Roja Şemî, 23ê Reşeme bi detpêşxeriya komek li kurdên Rojhilatê Kurdistanê yên akinciyê welatê Otrîşê, civînek girseyî li navenda bajarê Viyen paytexta welatê Otrîşê birêve birin.
Amanca sereke a vê çalakiyê agehdarkirina civatgeha navdewletî li metirsiyên ser gelê Kurd li çarçêweya guhertinên siyasî û serbazî ên deverê bû.
Li beşeke din a çalakiyê de, gotarek bi zimanê Allmanî li ser amancên hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê û dîtingeha wan piştî sernixûniya rejîma Îranê hat pêşkeşkirin, herwisa xatû Behar Azadîmêhir gutara hizba Demokrata Kurdistanê Îranê bi zimanê Kurdî xwend.