Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Makron, Îran dibe dawiyê bi êrîş û nearamiyê li deverê de bîne

15:24 - 16 Adar 2026

Êmanoêl Makron, serokomarê Firansê, ragihand ku li pêywendiyekî têlêfonî de digel Mesûd Pizîşkiyan, daxwaza ragirtina êrîşên rejîma Îranê li asta deverê de kiriye.

Makron tekezî li ser pêwîstiya kontirolkirina aloziyan ragehand, min daxwaz ji Pizîşkiyan kiriye ku dawiyê bi wan êrîşan bîne ku Îran dijî welatên deverê, çi bi awayê rastewxwe yan li rêya hêzên niyabêtî li Lûbnan û Îraqê de encamp dide.

Serokomarê Firansê hoşdarî da ku zêdetirbûna aloziyan, deverê ber bi xiraptir bûnê ve dibe ku beroka xelkê Îranê û welatên derdor jî girtiye

Herwisa Makron tekezî kire ser pêwîstiya vekirina destbicî a gevriya Hormozê bo keştîwaniya azad kir û, herwis daxwaza azadkirina Sîsîl Kohlêr û Jak Parîs du welatiyên girtî ên firensî li Îranê de jî kir.