Li berdewamiya şerê di navbera Amerîka û Îsraîl ligel rejîma Îranê, raport behsa êrîş bo ser Têhran û çend bajarên din li şeva Yekşemî û sipêdeha Duşemî 24 li ser 25ê Reşeme û firîna berdewam a firokeyan bi ser esmanê wan bajaran de dikin
Li gorî raport û vîdyoyên belavbûyî, wekî şev û rojên derbas bûyî Têhran bû armanca zêdetirîn êrîşan û li cihên cuda yên wan bajaran pêgeh û binkeyên rejîmê bûne armanca wan êrîşan.
Herwisa Artêşa Îsraîlê ragehand ku li êrîşa bo ser balafirxaneya Mêhrabad a Têhranê, balafira taybet bi rêberê rejîmê û berpirsên pile bilind ên Îranê têk şikandine.
Hevdem ligel êrîşên berdewam ên Îsraîl û Amerêka bo ser Îranê, raport behs li zêdebûna bazgehên hêzên besîc li Têhran û bajarên din ên Îranê dikin.