Piştî êrîşên esmaniyên milîsên Îraqê bo ser Yekeya 11 a Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek gelek tund rû bi wan milîsan û dewleta Îraqê belav kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Êwara îro 1ê Adara 2026, li derdora devera “Dêgele”, de bi rêya dironên bomprêjkirî êrîş bi ser bargeha Yekeya 11 a Hêza Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Ev êrîşa têkderane, hewlek bo alozkirina zêdetir a rewşê û zêdekirina neraramiyê ye.
Wezareta Pêşmerge daxwaz ji rêzdar El-Sûdanî, serokê Hikûmeta Federal û Fermandehiya Giştî ya hêzên Çekdar a Îraqê dike ku sînorek bo wan destdirêjî û kiryarên dûr ji yasayan danê û lêpirsîna yasayî li berpirsên wan kiryaran bike, berdewamiya wan kiryarên terorîstî, bê bersiv namîne.
Wezareta Pêşmerge
1ê Adara 2026