Piştî alozbûna rewşê li gevriya Hormozê de, çavkaniyên deverî û dîplomatan ragehandine ku welatên erebî ên Kendawê givaş bo ser Amerîka zêde kirine bo vê ku bi temamî şiyana nizamiya Îranê kontirol bikin.
Li gorî gotina sê çavkaniyên Kendawê, ev welat daxwazkarê şer digel Îranê nîn in, lê daxwazê li Amerîka dikin ku givaşên li ser rêjîma Îranê kêm nekin.
EbdulEzîz Saxer, serokê sentera lêkolîn a Kendawê got, Îranê hemû hêlên sor li welatên Kendawê de binpê kirine û tevî dijayetiya me digel wî şerî, Îranê êrîş kiriye ser me û li vê demê ve em bûne dijmin.
Navbirî eva jî got ku bi guherîna helwêsta welatên deverê, êrîşên vê dawiyê ên Îranê bo ser jêrxanên hestiyar, balafirxane, bender û damezraveyên neftî, wisa kiriye ku ev welatane Îranê wekî gefek rastewxwe bo ser xwe bibînin.
Welatên deverê hoşdariyê didin ku eger rewşa niha berdewam be û Îran neyê kontirol kirin, ewlehiya zêde a wizeya cîhanê û ewlehiya abûriya deverê rûbirûyê êrîşên micid dibe.