Di demekê de ku êrîşên Amerîkayê û Îsraîlê bo ser Îranê ketiye hefteya xwe ya sêyem de, nîşaneyên cehda rêjîmê bo çêkirina rêka peywendiyê bi armanca sekinandina şer, tên dîtin. Serkomarê Amerîkayê Donald Trump, roja duşemê bi piştrastkirineke nerasterast a têkiliyên, ragihand ku rayedarên Îranî "bi nûnerên me re di axaftinê de ne" û dixwazin ji bo bidawîkirina şer bigihîjin lihevkirinekê.
Gorî raporan rojên dawî de, peywendiyekî veşartî di navbera Steve Witkoff, nûnerê taybet ê Amerîka û Ebas Iraqçî, wezîrê derve yê Îranê, ji nû ve hatiye vejandin. Ev peywendî di şert û mercên ku operasyonên leşkerî berdewam dikin, nîşana hewildana her du aliyan e ji bo sekinandina şer.
Her çiqas Trump tekez kiriye ku (Îranî) dixwazin bigihîjin lihevkirine", lê vê carê ez vê lihevkirnê nakim.