Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi pêlek nû a serkutê dixwaze pêş bi girseya cemawerî bigre

17:37 - 17 Adar 2026

Hevdem ligel êrîşên derekî bo ser binkên serbazî ên sipaha pasdaran, navenda ewlehî a rejîmê bo pêşgirtin li her cure serhildaneke cemawerî, rewşeke tund a serbazî bi ser bajaran de sepandiye.

Di demekê de jêrxanên serbazî û ewlehî ên komara Îslamî li jêr êrîşên berdewa ên Amerîka û Îsraîlê de ne, berpirsên rejîmê pêleke berfireh a girtin û serkutê bo rûbirûbûna neraziyên navxwe dest pê kirine.

Spaha pasdaran li rêya nameyên (SMS) gefên tund li welatiyan dike û hoşdariyê dide ku her cure nerizayetiyek dê ji berê tundtir digel tepeseriyê rûbirû bibe.

Ev hewlên rejîmê bo serkutkirina navxwe di demekê de ye ku bi sedema rewşa şer ve, hêzên nizamî lawaz bûne û destkiriye bi qutkirina Înternêtê.