Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elî Larîcanî hate kuştin

17:40 - 17 Adar 2026

Li gorî raporta rojnameya “ Curzalim post” Îsraîl Katis, Wezîrê berevaniya Îsraîlê piştrast kiriye ku Elî Larîcanî, sikirtêrê Şêwraya bilind a ewlehî û ev kesê ku piştî evê ku Xamineyî hatî kuştin bi kiryar birêvebirina karûbarên rojaneya Îranê li ustê wî bû, li êrîşekî amancdar de hate kuştin.

Ev operasyon bi girîngtirîn guriz li pêkhateya Fermandehiya rejîma Îranê li destpêka şer li 9`ê Reşemê ve tê hisab.

Artêşa Îsraîlê herwisa kariye Xulamreza Suleymanî, berpirsê rêkxirava besîc û cêhgirê wî “ Seyd Qureyşî” di nav xêwetek demkî de bike amanc û ji nav bibe.

Bilî vane, kuştina fermandê hêza hewa-feza a sipaha pasdaran ji aliyê berpirsên berevaniya Îsraîlê ve bi fermî hate piştrast kirin.

Gorî vê raportê, Larîcanî li heftiyên derbasbûyî de diyartirîn dengê rejîmê bûye û berpirsatiya rastewxwe a danustandinên ewlehî û bersivdana êrîşên Donald Tiremp li istû bûye.

Bi berçavgirtina raportan li derheq bi birîndarbûna giran a Mucteba Xamineyî û dernekeftina wî li navendên giştî, jinav birina Larîcanî dikare valatiyek kûr a deselatê li cesteya rêjîmê de çê bike.