Îsraîl Katis Wezîrê berevaniya Îsraîlê zanyariyên nû li derheq êrîşên esmanî ên şeva derbasbûyî eşkere kir û piştrast kir ku Artêşa wî welatî kariye Elî Larîcanî sikirtêrê Şêwreya ewlehiya Milî û Xulamriza Suleymanî fermandeyê besîc ji nav bibe.
Katis tekezî li ser vê yekê kir ku wî û serokwezîran ferman dane Artêşê li jinavbirina rêberên Rejîma Têror û tepeseriyê li Îranê de bi tundî berdewam bin.
Wezîrê berevaniya Îsraîlê îşare bi axiftinên Donald Tiremp li derheq rêjeya bilind a guhertinê li kadirê rêberatiya Îranê kir û ragehand, lezgîniya jinavbirina berpirsên rejîmê piştî kuştina wan du berpirsên pile bilind, zêdetir ji berê lezgîntir bûye
Eva jî di demekê de ye ku rejîma Îranê heya niha bi fermî nûçeya kuştina Larîcanî û Suleyman piştrast nekiriye, lê raportên meyanî behsa hindê dikin ku gurzeke kuşinde li pêkhateya ewlehiya Têhranê keftiye.