Donald Trump, Serkomarê Amerîka, di axaftineke nû de derbarê operasyonên serbazî yên welatê xwe yên li dijî Komara Îslamî ya Îranê, ragihand ku êrîş bi lezeke çaverênekirî bi rê ve diçin.
Roja çarşemê 27ê Reşemê, Donald Trump li Koşka Spî axaftinek pêşkêş kir û tê de armanca operasyonê ronî kir.
Trump got: "Em neçar bûn erkeke kurt pêk bînin ji bo destbeserkirina wan alavên Etomî yên ku di destê çend kesên dîn de bûn."
Serkomarê Amerîkayê piştrast kir ku ev şer pir nakişîne û bal kişand ser wê yekê û got: "Ji bilî wî erkî, hefteyek an du hefteyên din kar bi dawî dibe û pir nakişîne."
Trump her wiha tekez kir ku her tişt bi lezeke pir mezin ber bi pêş ve diçe û got: "Em pir li pêşiya bernameya dema diyarkirî keftine."