Rojnameya "Wall Street Journal" di raporekê de ragihand ku êrîşeke îstîxbaratî ya Îsraîlê dest pê kiriye bo destnîşankirin û armanckirina fermandarên pilebilind ên leşkerî û ewlehiyê yên rêjîma Îranê.
Li gorî vê raporê, berpirs û çavkaniyên ewlehî yên Îsraîlê diyar kirine ku dezgehên îstîxbaratî yên wî welatî di dema pevçûnên vê dawiyê de, operasyoneke berfireh bo peydakirina cihê rûniştina fermandarên îranî dane destpêkirin.
Gorî nivîsandina vê rojnameyê, ev operasyon bi sûdgirtin ji tevlîheviyek ji agahiyên meydanî, çavkaniyên navxweyî yên di nav Îranê de û şiyanên îstîxbaratî yên pêşkeftî tên encamdan.
Di berdewamiya raporê de hatiye ku hinek ji êrîşên hûr ên vê dawiyê bo ser navendên fermandariyê û cihên kombûna hêzên ewlehiyê, li ser bingeha wan agahiyên îstîxbaratî bûne.
Di wê raporê de, her wiha amaje bi peywendiyên telefonî yên gefxwarinê bo ser hinek ji fermandaran hatiye kirin, ku tê de daxwaz ji wan kesan hatiye kirin ku ji rejîmê dûr bikevin.
Bi gotina vê rojnameyê, berpirsên Îsraîlê bawer dikin ku ev cure gav dikarin fişareke derûnî ya berçav bixin ser fermandaran û bibe sedema têkçûna pêkhateya fermandariyê ya hêzên leşkerî û ewlehiyê yên Îranê.
Ev rapor nîşan dide ku li gel pevçûnên leşkerî, şerê îstîxbaratî û derûnî jî bûye yek ji tewerên sereke yên rûbirûbûna navbera her du aliyan.