Kampa malbatên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ya nêzîkî bajarê Koyê, di çend rojên borî de ji bo çendimîn caran bi dronan hate armancgirtin.
Îro çarşemê, 27ê Reşemeyê, demjimêr 1:30ê nîvro de bi dronan êrîşî ser kampa malbatên Hizba Demokrat li nêzîkî Koyê hate kirin. Ev êrîşa nû ya Spaya Pasdaran di demekê de ye ku duh û duh şevê jî çend carên din cihê niştecêbûna malbatên Hizba Dêmokrat û her wiha navenda bajarê Koyê jî bi dronan hatibûn bombebaran kirin.
Hêjayî gotinê ye ku di encama wan sedan êrîşên Spaya Pasdaran de bo ser Herêma Kurdistanê û kampên sivîl ên partiyên Rojhilatê Kurdistanê di nava du hefteyên borî de, 7 pêşmerge û karmendên asayîşê şehîd bûne, fermanberê bingeheke Firansî hatiye kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne. Her wiha ziyanên madî yên mezin gihîştine şûnên bombebaranê.