Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn dronên rejîma Îranê li esmanê Hewlêrê hatin têkşikandin

15:55 - 18 Adar 2026

Hevdem ligel zêdebûna aloziyan, êrîşên rêjîma Îslamî bo ser Herêma Kurdistanê berdewam in. Di êrîş û binpêkirina herî dawî de, çendîn diron ber bi Hewlêrê ve hatin şandin ku ji aliyê pergala parastinê ve hatin têkşikandin.

​Îro serê sibêdehê ve di navbera saet 9 û 11an de, dengê çendîn teqînan li Hewlêrê hatiye bîstin. Li gorî gotina çavkaniyên meydanî, ev teqîn ji ber têkşikandina wan dronan bûye ku ji aliyê pergalên parastinê ve bûne armanc û hatine xistin.

​Her wiha, rêjîma Îranê berbangê roja çarşemê bi dronekê navenda bajarê Koyê kir armanc.

​Li gorî amarên hatine belavkirin, di 24 saetên borî de zêdetirî 10 dron ber bi parêzgeha Hewlêrê û zêdetirî 5 dron jî ber bi Silêmaniyê ve hatine arastekirin.

​Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka şerê navbera Amerîka û Îsraîlê ligel rêjîma Îranê, zêdetirî 350 moşek û dron ber bi Herêma Kurdistanê ve hatine avêtin. Di encama van êrîşan de heta niha 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 45 kesên din jî birîndar bûne.