Di berdewamiya zêdebûna alozîyên leşkerî yên li herêmê de, çendîn navendên girîng ên enerjiyê li Erebistana Siûdî û Qeterê rastî êrişên mûşekî û asmanî yên rêjîma Îranê hatin.
Palavtingeha "SAMREF" li bendera Yenbu ya Erebistanê, ku projeyeke hevbeş a di navbera "Aramco" û "ExxonMobil" de ye, rastî êrişê hat. Çavkaniyên pîşesaziyê dibêjin ku bandora êrişê sînordar bûye.
Ji ber girtina Tengava Hurmuzê, bendera Yenbu ya li ser Deryaya Sor bûye kite rêya sereke ji bo hinardekirina petrola welatên Kendavê.
Feysel bin Ferhan, Wezîrê Derve yê Erebistanê, ragihand ku mafê welatê wî yê bersivdana leşkerî heye û bal kişand ser wê yekê ku "kêmtirîn baweriya" ku bi Îranê re mabû, êdî nemaye. Her wiha behsa 4 kesên ku di êrişên berê yên ser Riyazê de birîndar bibûn, kir.
Şîrketa "Qatar Energy" ragihand ku saziyên gaza xwezayî ya şidandî (LNG) li bajaroka pîşesazî ya "Ras Laffan", ji bo roja duyemîn li pey hev rastî êrişên mûşekî y; rêjîma Îranê hatine; ku ziyaneke mezin gihîştiye wan, lê ziyanên canî tune ne.