Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê derheq bi hatina Cejna Remezanê

17:09 - 19 Adar 2026

Hatina Cejna Remezanê, boneyeke pîroz a misilmanan, li hemû peyrewên olê Îslamê, bi taybetî li hawniştîmaniyên misilman li Kurdistanê pîroz be.

​Mixabin, bi sedema şerxwaziyên Komara Îslamî, cejna îsal reng û bêhna asayî nîne. Di demekê de ku rêjîma Îranê bi salan e bi navê pîroziyên dînî, mafê jiyan û asayîşê ji xelkê Îranê zewt kiriye, em hemû wan ezîzan bi bîr tînin ku bi sedema siyasetên vê rêjîmê ve bûn qurbanî.

​Hêvîdar im rojek bê ku seqamgirî û aştiya rastîn cîgir bibe û cejna îsal jî bibe sedema yekgirtûyî û tebayiya xelkê Kurdistanê bi dijî zordariyê.

​Bi hêviya cejna rizgarî û azadiyê.