Piştî êrîşên mûşekî yên rejîma Îranê bo ser saziyên enerjiyê yên Qeterê, Wezareta Karên Derve ya wî welatî ragihand ku divê nûnerên serbazî û ewlehiyê yên balyozxaneya Îranê û karmendên wan beşan di nava 24 saetan de xaka wî welatî terk bikin.
Li gorî gotina berpirsên Qeterî, ev kes wek "kesên nexwestî" hatine naskirin û derkirina wan wek bertekek li hemberî kiryarên dijminane û berdewam ên Îranê hatiye kirin.
Doha yê her wiha hişyarî daye ku eger ev cure kiryar berdewam bikin, dê rêkarên tundtir ji bo parastina xwe bigire ber.
Beriya niha kompanyaya "QatarEnergy" ragihandibû ku êrîşa li ser bajaroka pîşesazî ya "Ras Laffan" ziyaneke mezin gihandiye saziyên gazê. Ev herêm yek ji navendên herî girîng ên berhemanîn û hinardekirina gazê ye li navçeyê de.
Spaya Pasdaran piştî êrîşa ser saziyên "Parsa Başûr", gefa wê yekê xwaribû ku dê binesaziyên enerjiyê yên çend welatên navçeyê, di nav de Qeterê jî, bike armanc.