Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Newrozî a Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê

11:16 - 20 Adar 2026

Gelê xebatkar ê Kurdistanê!

Azadîxwaz û rêvîngên rêya azadiyê!

 

​Newroz ji bo Kurdan ne tenê werza nûbûna xwezayê ye, belku sembola xebat û xweragirtinê, rabûn û vejînê ye. Merasimên Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê ji mêj ve bûne fersendek ji bo rabûna li dijî siyaset û nerîtên Komara Îslamî, her sal xelkê Kurdistanê bi hîmeta xwe ya çiyayî û xweragirtina xwe ya mêrxasane û bêdawî, daxwaz û îradeya rejîmê xistine qedema. Destkeftiyên civaka medenî di birêvebirina merasimên girseyî ye Newrozê de girîng û bi nirx bûn, destkeftiyek ku encama xebat û berxwedaneke dûrudirêj û bêwestan a bi dehan salan a gelê Kurd û hêzên wê yên siyasî ye, yên ku li hember ti cure zext û serkutkirinê û bikaranîna her cure siyaset û pîlanên Komara Îslamî serê xwe netewandine û dev ji xebatê bernedane.

 

​Xelkê xebatkar ê Kurdistanê!

​Em rojên dawî yên îsal di demekê de derbas dikin ku Komara Îslamî ya Îranê agirê şerekî herêmî pê xistiye. Beriya wî şerî jî, bi hezaran xwepêşanderên nerazî li ser şeqamên Kurdistanê û bajarên din ên Îranê kuştin û bi hezaran kesên din jî xistin zindanan. Ev yek ligel berdewamiya binpêkirina sîstematîk a hemû mafên siyasî, neteweyî û medenî yên Kurdan e, ku bi vî awayî jiyana Kurdan li ser ax û nîştimanê wan kiriye dozex. Her niha jî ku ji ber siyasetên xwe yên şaş, piştgirîkirina terorîzma dewletî û têkdana aramî û îstîkrara navçeyê û cîhanê şerekî mezin daye destpêkirin, her roj bingeh û baregehên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi mûşek û dironan dike armanc, bi wê mebest û xeyalê ku rêya xebat û têkoşîna rizgariyê li wan bigire. Bi tekezî ev êrîş hilopepkaniya dawî yên rejîmê ne di qonaxa canedanê de, ev ne nîşana bihêzbûnê, belku nîşana bêçarebûn û perîşaniya wê ne.

​Newroza îsal ji bo xelkê Kurdistanê mizgîniya serkeftineke mezin e. Ji aliyekî ve partiyên wan ên xebatkar di çarçoveya hevpeymaniyeke siyasî de hêz û enerjiya xwe ya xebatê rêk xistine, ji aliyê din ve jî hemû çîn û qatên civaka Kurdistanê, bi taybetî jinan bi biryardarî û mukumiyeke mezin pişkeke zêdetir xistine ser xermana destkeftên xebata me ya mafxwazane.

​Di devedevê Newrozê de, careke din em xelkê Kurdistanê xatircem dikin ku ne moşekbaran û teror, û ne jî ti cure zextên siyasî û ewlehî û givaşek, gavên me sist nakin. Herwisa bi yêkrêzî û hevpeymaniya siyasî ya partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, em gavan diavêjin bo nava qonaxeke nû di xebat û têkoşîna xwe ya hevpar de, ku hiviyên serkeftinê ji bo me nêzîktir û rontir dike.

​Ligel pîrozkirina Newrozê û hatina sala nû li xelkê Kurdistanê û nûkirina peymana wefayê bi şehîdên Kurdistanê re, bi taybetî şehîdên vê dawiyê yên serhildana Befranbarê li Kirmaşan, Îlam û navçeyên xwarê yên Kurdistanê û her wiha qurbaniyên êrîşên mûşekî yên Komara Îslamî, em bang li xelkê Kurdistanê bi hemû çîn û qatan dikin ku di xebat û têkoşîna xwe de li dijî Komara Îslamî berdewam bin û di qonaxa hestiyar a niha de parêzvanên destkeftên xebata bi dehan salên borî bin.

​Di Newroza îsal de, em peymana xebat û xweragirtinê nû dikin, bi serdana malbatên şehîdan, em yad û navê kurên mêrxas ên nîştimana xwe bilind radigirin û bi tekezkirina li ser ruhê yekgirtin û hevpeymaniyê, ber bi gupka serkeftinê ve gavan diavêjin.

 

​Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê

Newroza  2726an a Kurdî