Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dema yêkrêziya meydanî û têkşikandina paşmayiyên rejîma Komara Îslamî ye

11:19 - 20 Adar 2026

Peyama Newrozê ya Desteya Kargêrî ya ‌Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

 

​Di demekê de em ber bi Newrozê ve diçin ku neteweya Kurd bi niyet e bêtirî her carê vê boneyê -ku hevdem e ligel guhertinên Îran û navçeyê- bike hewênê berxwedan, yêkgirtîbûê û yêkrêziya nîştimanî. Di heman demê de em ber bi pêşwaziya boneyekê ve diçin ku ji bo beşek ji neteweyên din, tenê çavkaniya nûbûna xwezayê ye, lê li Kurdistanê xwediyê wateyeke cudatir e. Newroz ji bo neteweya Kurd bi wateya rabûn û serhildana li dijî stem û bindestiyê tê, wateyek ku dikare di deqa guhertinên niha û yên paşerojê de watedar û îlhambexş be û Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û bizavên wê bi hestyarî ve lê binêrin.

​Sala nû, nûnerê rewşeke nû ye ku tê de neteweyek -ku di dilê xebat û berevaniyê de hatiye qalkirin- dîrokeke nû ji bo xwe dinivîse. Heke Newroza par ji bo me Newroza xakîpoşan û dema nûkirina peymana wefayê ligel xakîpoşên nîştiman “Pêşmerge” bû, nexwe Newroza 1405an wek nîşan û hiviya rizgariyê di dîroka vê neteweyê û di vê beşa nîştiman de tê tomarkirin. Ev werçerxana dîrokî, encama herifîna yekcarî ya desthilateke stemkar e ku bi dehan sal bû jiyana neteweyên Îranê kiribû qurbaniya siyaseta tepeserî û berfirehxwaziya xwe. Em di demekê de pê diavêjin nav vê sala nû ku cîhan şahidê hilweşîna yek ji dîktatoriyên sedsala 21an ne. Tev bûyerên sala par ew rastî selmandin ku pêgeh û rewayiya siyasî û desthilatdarî bi xwîn, sêdare û serkutê nayê avakirin, jêrxana rastîn a Îranê ku diba samana mirovî, keramet û jiyaneke şayiste ji bo xelkê be, ji aliyê rejîmê ve hat wêrankirin.

​Encama siyaseta çewt a rejîmê, ji destpêka hatina ser desthilatê heta niha, siyaseta bêparkirin û şikandina kerameta mirovan û mafên wan bûye. Krîza aborî ya berfireh, derencama vê siyasetê ye. Ev hilweşîna aborî encama planên rejîmekê ye ku çavkanî û samanên neteweyî yên neteweyên Îranê ji bo projeyên terorîstî û biçekkirina komên çekdar li derveyî sînoran xerç dikir, bi rêya hinardekirina şoreşê wek gefeke micid ji bo navçeya Rojhilata Navîn hat qadan û di encam de bertekên welatên navçeyê û cîhanê li pey xwe anîn.

​Di vê salê de, şerê 12 rojî xaleke werçerxanê ya bêwêne û yêkalîker bû ku ne tenê lawaziya sîstema bergiriya rejîmê ji bo cîhanê eşkere kir, belku ziyaneke berfireh jî gihand jêrxan û laşê nîv-rihî yê aboriya Îranê. Bi armancgirtina rêber û rêveberên leşkerî, ewlehî û dezgehên serkutê, herwiha neşiyana di dabînkirina enerjiyê de, şiyana berhemhênan û seqamgiriya bazarê gihand asta herî nizm. Di encamê de, bihayê diravê Îranî ber bi herifîneke wisa ve çû ku jiyana rojane ya xelkê tûşî şokê kir.

​Di wê çarçoveyê de, serhildana mehên Rêbendanê wek erdhejeke siyasî û pêleke herifandinê derketin ku tê de girseya serhildanê, bêtirs û bi mukumî, seranserê hikûmetê kirin amanc. Ji aliyê derve ve, rejîma Tehranê gihîşt bonbestekî dîrokî. Naskirina Spaha Pasdaran wek rêxistineke terorîstî ji aliyê Parlemana Ewropayê û di dawiyê de çalakkirina "Mîkanîzma Maşeyê", lêdanek bû li şademara dîplomasî û darayî ya kanalên ser bi dezgehên tepeserkar yên rejîmê. Yek ji encamên vê qonaxê, lawazbûn û jihevketina zêdetir a tora hêzên proksî yên Komara Îslamî bû ku bi salan bi sedema talankirina xelkê birçî yê Îranê hatibûn amadekirin. Şikesta van projeyên derve ku di bin navê "kûrahiya stratejîk" de hatibûn rêkxistin, selmand ku ewlehiya hawerdekirî û şoreşa hinardekirî nikare rê li teqîna enerjiya pelixandî ya xelkê bêzarbûyî bigire.

​Her di nav dilê vê şikestê de û di berdewamiya şer û milmilaneyên ligel Amerîka û Îsraîlê de, kuştina Elî Xaminêyî wek stûna vê sîstemê, derbeke giran bû li seranserê vê rejîmê. Di rastiyê de kuştina Elî Xaminêyî tenê mirina dîktatorekî nebu, belku herifîna projeyeke siyasî û îdeolojîk bû ku li ser bingeha wehim, stemkarî û kavilkiriyê hatibû avakirin.

Di nav van guhertinan de, Rojhilatê Kurdistanê bi gotara Kurdistanî û platforma hevpeymaniya siyasî ya partiyên Kurdistana Îranê wek cemsereke yekgirtî û xwedî proje derket. Ev platform tenê rêkeftineke partiyî nîne, belku nexşerêyeke neteweyî ye.

​Bizava neteweyî ya Kurdistanê, bextewariya xwe di bindestî, paşguhxistin û înkarkirina nasnameyên din de neditiye, belku pêdagirî li ser "kerameta mirov" û mafê tak û komî yê neteweyan kiriye. Ev platform bûye modelekî bihêz ji bo hemû herêmên neteweyî yên bindest ên Îranê da ku bi hev re dawî bi sedsalekê ji paşguhxistin û bêmafiyê bînin. Geşeya siyasî û aborî ya paşerojê û bi saziyîkirina bingehên hikûmeteke sekular, demokratîk û federal, bi vê guhertina pêkhateyî ve girêdayî ye. Her cure hewlek ji bo derbasbûn bi ser daxwaziyên neteweyan an avakirina ezmûna navendgeriyê, tenê dibe sedema dubarebûna ezmûneke şikestxwaryî û neserdemiyane.

​Rojhilatê Kurdistanê bi hêzên siyasî yên têkoşer û civaka sivîl a hişyar û berpirsiyar, tevî hevpeymanên xwe yên li herêmên neteweyî yên din ên Îranê, di qonaxeke nû ya têkoşîn û hevxebatiyê de ne daku Îraneke nû û cuda ji ezmûna berê ava bikin. Wek nerîteke siyasî ya Hizba Demokrat a Kurdistanê, em bawer in ku yekrêzî û tebayîya nav mala Kurd eslekî bingehîn e ji bo gihîştina bi armancên dîrokî û bi nirxe azadiyê. Lewma, hevxebatî ligel neteweyên bindest ên nav coxrafiya Îranê jî wek prensîbeke neguher a siyasî ji bo çêkirina her cure hevpeymaniyekê dizanin. Hevxebatî û hevçarenûsbûna neteweyên bindest li beramberî eqliyeta qorixçî û navendgera di her form û şêweyekê de be, em wek eslekî din ê xebat û têkoşîna xwe dizanin. Wêneya vê paşerojê di darêjtina siyasî û îdarî ya Îranê de, tenê bi têgihiştina hevpar û hevxebatiya hêzên azadîxwaz pêk tê.

​Di dûrevaniya Newroza rizgariyê de, em rû dikin neteweya Kurd û hemû neteweyên bindest û azadîxwazên Îranê û dibêjin: Wextê yekrêziya meydanî û têkşikandina paşmayiyên rejîma Komara Îslamî ye. Di dawiyê de jî em daxwazê ji civaka sivîl, jinên pêşeng û ciwanên wêrek û çavnetirs ên Rojhilatê Kurdistanê dikin ku bi hişyariyê ve parastina ewlehiya navxweyî û destkeftên vê guhertina li pêş bikin.

​Hatina cejna Remezanê û Newroza Kurdewarî li hemû xebatkar û evîndarên azadiyê, malbatên serbilind ên şehîdan, malbatên girtiyên siyasî û hemû rêvîngên rêya rizgariyê pîroz be.

 

​Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Desteya Kargêrî

Newroza 2726 a Kurdî