Amerîka û hevalbendên wê, operasyonên xwe yên leşkerî ji bo vekirina Tengava Hormuzê birine qonaxeke nû û berfirehtir.
Balafirên şer ên Amerîkayê bi firîna di asteke nizm de li ser rêyên deryayî yên sereke, erka armancgirtina wan keştiyên leşkerî girtine ser xwe ku ser bi Komara Îslamî ne.
Her wiha helîkopterên êrîşber ên "Apache" ji bo rûbirûbûna dronên êrîşber ên Îranê û xistina wan tên bikaranîn. Ev pêngav di çarçoveya planeke piralî ya Pentagonê de tên cîbicîkirin.
Armanca sereke ya vê planê, kêmkirina wan gefan hat ragihandin ku pêk tên ji: belemên bilez ên çekdar, mînên deryayî û mûşekên kruz, ku ji destpêka meha Adarê ve bûne sedema astengiyeke micid di hatinûçona keştiyan de li vê tengava girîng.
Berpirsên Amerîkayî tekez kirin ku di dema kêmkirina van gefan de, keştiyên şer ên Amerîkayê dikarin di tengavê re derbas bibin û di qonaxa din de, keştiyên bazirganî da ku ewlehiya rêyên enerjiyê dabîn bikin, dê bêne parastin.
Ev yek di demekê de ye ku girtina Tengava Hormuzê di hefteyên borî de bandoreke rasterast li ser bazarên cîhanî yên enerjiyê kiriye û bûye sedema bilindbûneke berçav di nirxa neftê de.