Artêşa Îsraîlê sipêdeha roja Înê 29ê Reşemê, ragihand ku pêleke berfireh a êrîşan bo ser jêrxaneyên leşkerî yên rejîma Îranê li Tehranê dest pê kiriye.
Ajansên nûçeyan ên ser bi rejîmê jî ragihandin ku dengê teqînên bihêz li rojava, navend û rojhilatê Tehranê hatiye bihîstin û sîstemên parastinê li wî bajarî hatine aktîfkirin.
Her wiha rapor didin zanîn ku "bingehên leşkerî" li Bûşehrê û du xalên serbazî li derveyî Yezdê, bûne armanca êrîşên hêza asmanî ya Îsraîl û Amerîkayê.
Gorî raporta "HRANA"yê, di 24 demjimêrên borî de, çendîn bajar di nav de Tehran, Xurremava, Îsfehan, Kerec, Bender Enzelî, Rey, Şîraz, Tewrêz, Baharistan, Mînab, Ehwaz, Germederre, Demawend, Bempûr, Melekan, Bender Lenge, Semîrem û Heştwendî bûne armanc.
Pete Hegseth, Wezîrê Şer ê Amerîkayê, berê ragihandibû ku operasyonên artêşa welatê wî li gorî wan armancên hatine ragihandin dê berdewam bin