Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdevkê Spaha Pasdaran di êrîşeke Îsraîlê de hat kuştin

14:53 - 20 Adar 2026

Spaha Pasdaran bi fermî kuştina "Elî Mihemed Naînî", berdevkê vê rêxistina terorîstî di sipêdeha roja înê 29ê Reşemê de ragihand.

​Li gorî daxuyaniya Spaha Pasdaran a terorîst, ev fermandarê pilebilind ku di du salên borî de berpirsyariya berdevkiya wê navendê li ser milê wî bû, di encama êrîşekê de hatiye kuştin, lê behsa hûrgiliyên zêdetir ên cih û awayê êrîşê nehatiye kirin.

​Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan Elî Mihemed Naînî kiriye armanc. Îsraîlê tekez kir ku ew ê di weşandina derbeyên xwe yên li dijî rêber û fermandarên Komara Îslamî de berdewam bin.

​Tenê çend demjimêran berî kuştina wî, ajansa nûçeyan a "Fars" a ser bi Spaha Pasdaran ve daxuyaniyeke Naînî belav kiribû ku tê de ragihandibû: "Em di rewşa şer de jî di berhemanîna mûşekan de berdewam in û tu pirsgirêka me di enbarkirina wan de nîn e."

​Naînî ku temenê wî 68 sal bû, wek yek ji kesên nêzîkî navenda biryardanê ya Spaha Pasdaran dihat naskirin. Navborî berî evê ku posta berdevkiyê wergire, di warên siyasî, ewlehî û medyayî de çalak bûye û wek cihgirê têkiliyên giştî yên Spaha Pasdaran jî kar kiriye.