Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pastarên terorîst û pilebilin ên rêjîmê, yêk bi du yêkê têne kuştin

16:08 - 20 Adar 2026

Pastar Mehdî Qureyşî li êrîşên Îsraîl û Amerîkayê de hat kuşti

​Medyayên Îranê piştrast kirine ku «Mehdî Qureyşî» ji fermandarên pilebilind ê Spaha Pasdaran  hatîye kujtin.

​Li gorî rapora nûçegihanîya mediayên Îranê, Mehdî Qureyşî ji fermandarên Hêza Hewafizayê ya Spaha Pasdaran, pêncşemê 28 ê Reşema 1404an di êrîşên Îsraîl û Amerîkayê de bo ser devera pîşesazî ya «Cî» li Îsfehanê, hatîye kuştin û îro înê 29ê Reşema 1404an cînazê wî li Îsfehanê hatîye veşartin.

​Her li doma kuştina fermandên pilebilind ên sipaha pastaran a terorîst bi sedema êrîşên Amerîka û Îsraîl ve, hate ragihandin ku, Îsmaîl Ehmedî, cihgirê îtlaata Rêxistina Besîc hatiye kuştin.

​Pastarê terorîst Îsmaîl Ehmedî, cîgirê îtlaata Besîc di êrîşa balafirên şer ên Îsraîlî de hatiye kuştin, lê rêjîmê hurgiliyên çavaniya kuştin û cihê bi armancgirtina wî bas nekiriye.

​Herwisa hate aşkerakirin ku şeva derbasbûyî Efşîn Neqşbendî, nûnerê Erkanê Giştî yê Hêzên Çekdar di Besîcê de jî, bûye armanca êrîşa Îsraîl û hatiye kuştin.