Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agahdariya Lezgîn û Bangewaziya Hevpeymaniya Hizbên Siyasî yên Kurdistana Îranê

16:50 - 20 Adar 2026

​Em êrîşên terorîstî yên rejîma Îranê bo ser penaber û partiyên siyasî li Herêma Kurdistanê şermezar dikin

​Rû li:

Sekreterê Giştî û Encumena Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî!

​Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û welatên hevpeyman!

​Hikûmeta Navendî ya Iraqê û saziyên navdewletî yên mafên mirov!

​Di nava 21 rojên borî de, rejîma Komara Îslamî ya Îranê di berdewamiya tawanên xwe yên sîstematîk de, bi dehan caran serweriya siyasî û niştimanî ya Iraqê û pîwerên navdewletî bi awayekî berçav binpê kiriye. Ev rejîm bi êrîşên berdewam û hovane yên mûşekî û dironî, kampên penaberan û baregehên partiyên siyasî yên Kurdistana Îranê kiriye armanc.

​Ev destdirêjî û sînor-derbaskirin û êrîşên mûşekî di demekê de ne ku partiyên siyasî yên Kurdistana Îranê bi salan e xebata xwe li ser têkoşîna siyasî hûr kirine û ti cur gefeke leşkerî bo ser herêmê nebûne û nînin. Lewma ev êrîşên berdewam, tenê hincetek in ji bo dubarekirina xola tundûtûjî û serkutkariyê û afirandina tirs û xofê.

​Ev kiryarên destdirêjkarane, jiyana bi sedan kesên sivîl, di nav de hejmareke zêde ya zarokan, rûbirûyî metirsiyeke micid kiriye û bûye sedema awarebûna dubare ya malbatên medenî û bêparastin di rewşeke giran a mirovî de.

​Em daxwazê ji civaka navdewletî, bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û hevpeymanên navdewletî dikin:

​1. Bi bikaranîna hemû amrazên bandora xwe, givaşên li ser rejîma Îranê zêde bikin ji bo rawestandina bilez a van êrîşan û garantîkirina ewlehiya penaberan.

2. Ji bo parastina jiyana malbat û xelkê sivîl li hember êrîşên dironî, rêkarên pêwîst werin girtin, ew jî bi dabînkirina sîstemên berevaniya asmanî bo navçên niştecihbûna penaberan.

3. Tîmeke lêkolînê ya serbixwe ji bo lêkolînkirina li ser aiyên cudaye van tawanan û destnîşankirina wan ziyanên gihîştine penaberan, bişînin herêmê.

​Em daxwazê ji hikûmeta Iraqê wek welat û hikûmeta mêvandar dikin:

​Li gorî yasayên navdewletî, hikûmeta Iraqê berpirsyarê rasterast e di parastina jiyana penaber û çalakvanên siyasî yên Kurd li ser axa xwe. Divê hikûmeta Iraqê ji daxuyaniyên rûtîn, zêdetir gavan biavêje û ewlehiya giyanî ya van kesan garantî bike. Divê bi biryardarî li hember binpêkirina serweriya xwe ji aliyê Îranê ve bisekinê û di astên bilind ên navdewletî de bikeve pey vê mijarê.

​Dema gavan avêtinê niha ye. Bêdengî li hember van tawanan, çiraya kesk e ji bo berdewamiya terorîzma dewletî.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê

 20ê Adara 2026ê a Zayînî