Hevdem digel roja yekem a Newrozê û destpêka sala nû, zincîreyek êrîşên hevbeş ên Îsraîl û Amerîkayê, binkeyên rejîma Îslamiya Îranê hejandin.
Li gorî wan agahiyên ku di torên civakî de hatine belavkirin, Tahran û çendîn bajarên din di navçeyên cuda ên Îranê de bûn armanca êrîşa hevbeş a Amerîka û Îsraîlê.
Arteşa Îsraîlê di demjimêrên yekem ên sala nû de ragihand ku çendîn êrîşên berfireh û giran kirine ser rejîma terorîst a Îranê li Têhranê.
Hevdem medyaya navxweyî ya rejîmê behsa teqînek bi hêz li rojava û rojhilata Têhranê kiriye û her wiha elektrîka hinek cihan li taxa Ekbatan û Dêhkede-yê Olampîk qut bûye.
Her wiha ji bilî Têhranê, çendîn bajar û navçeyên din ên Îranê wekî: Ehwaz, Ramsar, Abyeka Qezwînê, Tonêkabun, Kerec, Bender-Ebas, Heştgêrd, Melard, Bîdgine, Çabehar, Tewrêz, Şehrê-Rêy, Buşêhr, Kelardeşt û çend bajarên din ji aliyê balafirên Amerîka û Îsraîlê ve hatine bombebarankirin.
Êrîşên berdewam ên Amerîka û Îsraîlê û êrîşên berevajî (bersivdayîn) yên Îranê di demekê de ne ku Donald Trump ragihandiye ku ew li pey agirbestê nîne û şiyanên leşkerî û berevaniyê yên Komara Îslamî ber bi jinavçûnê ve diçin.