Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatên herêmê pêleke din a êrişên rejîma Îranê têk birin

14:03 - 21 Adar 2026

​Serê sipêdeha îro ji aliyê rejîma Îranê ve çendîn êrişên dronî û mûşekî li ser welatên herêma Kendavê û Îsraîlê hatin kirin. Wezareta Berevaniyê ya wan welatan jî têkbirina çendîn mûşek û dironan, ragihand.

​Wezareta Berevaniyê ya Erebistana Siûdî di çend daxuyaniyên cuda de behsa wê kir ku wan karîne 6 dronan li esmanê herêma rojhilatê wî welatî biteqînin.

​Hevdem, berpirsên Dubeyê piştrast kirn ku ew dengên li beşek ji bajêr hatine bihîstin, encama serkeftina sîstemên berevaniya esmanî bûye di rûbirûbûna armancan de.

​Ev nûçe piştî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê hat ku tê de amaje bi wê kiribû ku welatê wan "mijûlî pûçkirina wan êrişên mûşekî û dronî ye ku ji aliyê Îranê ve hatine arastekirin."

​Her wiha, Wezareta Berevaniyê ya Kuweytê ragihand ku hêzên wan "mijûlî rûbirûbûna êrişên moşekî û dronî ne".

​Di heman demê de, rêjîma Îranê êrişeke mûşekî ya nû kire ser Îsraîlê, Di beramber de artêşa Îsraîlê zengên hişyariyê lê dan û daxwaz ji welatiyan kir ku bi lez herin nav penagehan.

​Artêşa wî welatî tekez kir ku sîstemên berevaniya esmanî ji bo pûçkirin û têkbirina wan mûşekên Îranê, di kar de ne.